Li Midyadê pevçûn derket, kesekî mir û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de kesekî mir û 2 kes birîndar bûn. Bûyer li gundê Ziyaretê çêbû û her dû teref bi çekan li hev xistin.
Li ser giliyên xelkê, tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Midyadê. Ji birîndaran İdris G. li nexweşxanê can da. Cendirme li gund tedbîrên asayîşê girtin. Cendirme li ser bûyerê 3 kesan xist bin çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin