Li Milazgirê servîsa mamostayan qulipî: 8 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê servîsa mamostayan ji ber qeşayê wergeriya, di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Milazgir û gundê Şêboyê de li nêzîkê gundê Sardawidê, servîsa mamostayan ji ber ku rêyê qeşa giritbû qulipî.
Di qezaya trafîkê de şofêr û 7 mamosta birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Milazgir û Kopê.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin