Servîsa polîsan hat teqandin: Bi dehan polîs birîndar bûn…

16 June 2020 14:51 0 dîtin
Servîsa polîsan hat teqandin: Bi dehan polîs birîndar bûn…

PeyamaKurd – Di encama teqîna li navçeya Ezez a Helebê de ku di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ne, 16 polîs birîndar bûn. Herwiha li navçeya Babê jî di encama teqandina tankêrekê de kesek hat kuştin.

Li gorî zanyariyan îro 16ê Hezîranê li navçeya Ezezê ya Helebê bi bombeyeke çandî wesayîta servîsa polîsan hat teqandin ku li gorî agahiyên destpêkê 16 polîs birîndar bûn.

Herwiha li Babê jî şevê din tankêreke sotemeniyê  li nav bazara navçeyê teqiya ku di encamê teqînê de jî kesek hat kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku bi teqînê re 11 tankerên din ên sotemeniyê jî agir bi wan ket û şewitîn.