Li Cerablûsê li ber navenda polîsan wesayîtek hat teqandin

12 November 2018 15:44 0 dîtin
Li Cerablûsê li ber navenda polîsan wesayîtek hat teqandin

Demek berê li bajarê Cerablûs ê Sûriyê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyonê de ye, teqîneke bihêz rû da.

Li gor zanyariyên destpêkê wesayîteke bombelêkirî li ber avahiya navenda polîsan a li navenda Cerablûsê hatiye teqandin.

Tê ragihandin ku di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar hene, lê hîn agahiyên piştrastkirî ji herêmê nehatine.

Li gor medya tirk, êrîşa Cerablûsê ji aliyên hêzên kurdî ve hatiye kirin.