Li navenda Efrînê bombe bi wesayîtekê de hat teqandin

10 March 2020 15:44 0 dîtin
Li navenda Efrînê bombe bi wesayîtekê de hat teqandin

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, îro teqînek çêbû ku di encamê de kesek birîndar bû.

Li gorî zanyariyên jêderên herêmê didin, îro Sêşemê bombeyeke ku di otombîlekê de hatibû çandin, li nava bajarê Efrînê li ser riya Cindirêsê hatiye teqandin û li gorî agahiyên destpêkî di encama teqînê de kesek birîndar bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja Yekşema borî jî li kolana Siyasiyê ya nava Efrînê bombeyeke ku di otombîlekê de hatibû çandin teqiyabû û kesek hatibû kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûbûn.