Li nahiyeya Bazyan a Silêmaniyê erdhej çêbû!

11 January 2021 13:00 0 dîtin
Li nahiyeya Bazyan a Silêmaniyê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Li nahiyeya Bazyan a girêdayî qeza Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, îro danê sibehê erdhejek bi hêza 3.9 çêbû.

Li gor Rêveberiya Hewanasî û Erdhejên a Herêma Kurdistanê ragihand: ‘‘Îro 11.01.2021ê saet 02:00ê ber bi sibehê ve, erdhejek bi hêza 3.9 li nahiyeya Bazyan a ser bi qeza Çemçemalê pêk hatiye.’’

Li gor heman çavkaniyê, navenda erdhejê 35 kîlometreyan dûrî bajarê Silêmaniyê û 10 kîlometreyan bin erdê de pêk hatiye.

Hat diyarkirin, tu ziyaneke madî û canî çênebûye.