Li Silêmaniyê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li parêzgeha Silêmaniyê îro erdhej çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê, tu ziyanên canî çênebûne.
USGSê diyar kir, navenda erdhejê li Çemçemalê bû. Pileya wê 4.8 li gor pîvera Rîxter bû. Li Silêmaniye, Kerkûk û Hewlêrê jî erdhej hat hestkirin.
Li gor zanyariyan, ji ber erdhejê hin şênî ji malên xwe derketin, bi taybet li avahiyên bilind erdhej zêdetir hat hestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin