Li nav daristanên Yunanîstanê meytê ciwanekî koçberê Kurd hat dîtin

12 October 2022 10:01 0 dîtin
Li nav daristanên Yunanîstanê meytê ciwanekî koçberê Kurd hat dîtin

PeyamaKurd – Li nav daristanên Yûnanîstanê, meytê ciwanekî koçber ê Kurdê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hat dîtin.

Li gor zanyariyan, koçberê Kurd ê bi navê Faris Silêman Qasim ku ji gundê Tebkê yê Dêrika Hemko ye, di 20 Îlona 2022an de ji Tirkiyê derbasî Yunanîstanê dibe û piştî ku Faris Silêman Qasim derbasî Yunanîstanê dibe, di nav daristanê de nema dikare bimeşe û koma ku ew bi wan re bû wî tena serê xwe li daristanê dihêlin. Ji wê demê malabata Faris lê digeriya.

Herwiha malbata Faris ji bo dîtina kurê xwe li Yunanîstanê, parêzerek ji xwe re girtin. Piştî lêgerînê parêzer, do meytê ciwanê Kurd li nav nexweşaneyeke wî welatî hat dîtin.

Polîsan ji parêzer re diyar kirine ku wan roja 29ê Îlonê, piştî 9 rojan ji mayîna nav daristanê, meytê Faris dîtine û birine nexweşxaneyê.

Malbata Faris daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku alîkariya wan bikin ji bo ku bikaribin cenazeyê kurê xwe vegerînin û li gundê wî veşêrin.