Li navça Gever a bajarê Hakkariya berf bariya

21 October 2023 18:36 0 dîtin
Li navça Gever a bajarê Hakkariya berf bariya

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Gever a bi ser bajarê Hakakriya berfa ewilî ya payîzê bariya. Hefteyekiye ku li nizmahiyê baran û li bilindahiya Geverê berf dibare. Çiyayê dora Geverê yê Cîlo ku bilindahiya wî 4.135 metreye, bi temamî ji berfê sipî bû.

Bi barîna berfê re dereca germahiya roj û şevê jî daket û xelk jî li gor wê amadekariya xwe dike.