Li navça Hezroyê li ser arazî li hev xistin: 1 kustî û 1 birîndar

15 November 2023 22:40 0 dîtin
Li navça Hezroyê li ser arazî li hev xistin: 1 kustî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Hezroyê li gundê Barqûşê (Kırmasırt) li ser pirsgirêka arazî di navbera Necip Kaidaş (53) û Kerem Kaidaş (35) de munaqeşe derket û munaqeşe bû sedema pevçûna navbera wan.

Her dû kesên mirovên hev, bi demançê li hev xistin û hev birîndar kirin. Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Hezroyê. Li nexweşxanê Necip Kaidaş can da û dermankirina Kerem Kaidaş niha dewam dike.

Li dora nexweşxanê tedbîrên ewlehiyê hatine sitendin û lêpirsîna bûyerê dewam dike.