Li navça Özalp a Wanê qeza çêbû: 2 birîndar

30 October 2021 22:04 0 dîtin
Li navça Özalp a Wanê qeza çêbû: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li navçeya Özalp a bajarê Wanê TIR ekî û mînîbusekî lihev ketin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Özalp-Sarayê çêbû.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndarên di erebeyan de asê mabûn ji aliyê îtfaiyê de hatin derxistin wan birin nexweşxana dewletê ya Özalpê.

Navên kesên di qezayê de birîndar bûn nehat ragihandin.