Li navenda bajarê Efrînê otomobîlek hat teqandin
PeyamaKurd - Li taxa Siyasî ya navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de hinek kes birîndar bûne lê nayê zanîn ka kuştî hene yan na.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku teqîn li kolana Siyasiyê ya bajarê Efrînê rû daye û heta niha agahiyên berfireh û piştrastkirî derbarê ziyanên teqînê de nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin