Li navenda Efrînê otomobîlek hat teqandin

29 November 2019 19:55 0 dîtin
Li navenda Efrînê otomobîlek hat teqandin

PeyamaKurd - Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, otombîleke bombekirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên herêmê, teqîn li ser kolana Newroz pêk hatiye û hat diyarkirin ku li gorî agahiyên destpêkê 4 kes di encama teqînê de birîndar bûne.

Brîndarên teqînê ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Medya nêzî PKKê ya bi nvê ANF jî ragihandiye ku ew teqîn ji aliyê Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ve hatiye encamdan û di wê êrîşê de 2 serbazên Tirkiye û 2 çekdarên bi ser ve hatine kuştin.