Li parêzgeha Kerkûkê 10 terorîstên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, di encama êrîşeke asmanî ya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de, 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanan li ser çend veşargehên çekdarên DAIŞê de li navçeya Tamor li parêzgeha Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan berpirsên bilind ên DAIŞê bûn.
Herwiha, li sînorê Fermandariya Operasyona Cizîrê 7 veşargeh hatin îmhakirin û piştîneyeke bombebarkirî hate pûçkirin.
Berdevkê Ajansa Dijeterorê ya Iraqê Sebah Noman Her di derbarê kiryarên DAIŞê de da zanîn, DAIŞ têk çûye, lê bi dawî nebûye.
Noman diyar kir, ji sala borî ve ajansa wan bi piştbestin bi zanyariyên hewlagîriyê, çend operasyon encam dane û karîn çendîn êrîşên teroristî pûç bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin