Li parêzgeha Selahedînê 10 terorîstên DAISê hatin girtin

21 September 2020 20:40 0 dîtin
Li parêzgeha Selahedînê 10 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li parêzgeha Selahedînê 10 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê li ser operasyonên dawî yên li dijî DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di operasyoneke hêzên Iraqê de 10 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku du ji van çekdaran dixwestin birevin derveyî welêt, lê bi alîkariya asayîşa parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê gelek alavên leşkerî li ser wan hatine desteserkirin.

Herwiha doh jî li parêzgeha Nînoweyê hêzên Iraqê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîbûn ku çekdarekî milîsên Heşdî Şabî hatibû kuştin û 8 çekdarên DAIŞê jî hatibûn girtin.