Li peravên Yemenê 38 koçberan jiyana xwe ji dest dan!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li peravên bajarê Şebwa yê li başûrê rojhilatê Yemenê 38 koçberên neqanûnî yên Afrîkayê jiyana xwe ji dest dane û 62 kes jî hatine rizgarkirin.
Li ser mijarê Qeymeqamê navçeya Radûm a Şehbayê Hadî Harma daxuyanî da. Harma got ku dema keştiyek ku bi qasî 250 koçberên neqanûnî yên ji Etiyopyayê tê de bûn nêzî peravê Radum bû, gelek kes ji keştiyê ketin binê avê.
Harma herwiha got ku ew koçber di dema ku bi qasî yek mile deryayî dûrî peravê li peravên Radûmê bûn ji keştiyê ketin û 38 koçberên neqanûnî, 26 jin û 12 mêr, jiyana xwe ji dest dan.
Harma diyar kir ku 62 koçberên bêdestûr ji aliyê masîgir û welatiyan ve hatin rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin