Li peravên Yemenê tekna koçberan serûbinê hev bû û 41 kes mirin

25 July 2024 23:18 0 dîtin
Li peravên Yemenê tekna koçberan serûbinê hev bû û 41 kes mirin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) duhî bi şev li nêzî bajarê Taîzê bi sedema bayê û barê giran ku li teknê kiribûn û koçberan hildigirt, tekne serûbinê hev bû. Di teknê de 45 koçber hebûn û ji wan 4 kes hatin rizgarkirin.

Ji bo destekê bidin kesên rizgarkirî, NY û Rêxistina Navdewletî ya Koçê (IOM) hevkariyê dikin.

Her sal bi hezarî koçberên Afrîkî ji bo herin welatên Kendavê, di rêya deryayê de, di ser Yemenê de derbas dibin. Ji sala 2014an heya niha, koçberên ku rêya di ser Yemenê de bikartînin, heya niha 860 kes ji wan di avê de fetisîne an wenda bûne.