Li Porsînê xortekî bavê xwe û jin a pê re dijiya kust
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Porsînê (Pasinler) xortê bi navê Metin Karslı, bavê xwe Rayet Karslı (55) û jin a pêre dijiya Fatma K. bi demançê kuşt.
Bûyer seet di 18.30an de ji Porsînê 3 km dûr li daristanekî çêbû. Li gor agahiyan; Metin Karslı çend cara ji bavê xwe hişyar kiriye û jê re gotiye bila li diya wî xwedî derê. Qey bav lê guhdarî nake û dema bavê wî ji malê dertê dide pey.
Metin Karslı, diçe daristana ku bavê wî û Fatma K. lê ne. Metin Karslı, bi demançê li her dû yan dixe. Fatma K. li ciyê bûyerê dimre û Rayet Karslı yê birîndar dema ambûlans wî dibe nexweşxanê, di rê de dimre.
Polîs wî digre û dixe binçav. Lêpirsîna bûyerê dewam dike. Metin Karslı zewicandiye û xwediyê 2 zaroka ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin