Li Qeladizê zarokekî 11 salî di avê de xeniqî
PeyamaKurd – Do êvarî li Qeladizê zarokekî 11 salî di avê de xeniqî ye.
Li gor berdevkê polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl ragihand: ‘’Do di saet 16:30ê êvarî, termê zarokekî bi navê M. K yê 11 salî, ji gundê Qadrawe yê ser bi nahyeya Sengeser a qeza Pişderê hat nexwaşxaneya giştî. ’’
Herwiha Şoreş Îsmaîl diyar kir: ‘’Li gor rapora bijîşkê nexwaşxaneyê, ew zarokê 11 salî di avê de xeniqî ye.Piştî lêkolînên li ser beden û termê wî zarokî hatin kirin, zarok dan malbata wî.’’
Li ser bûyerê lêkolîn berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin