Li Qeyseriyê li dijî DEM Partiyiyan hêrisa çekdarî
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê, li dijî otomobêla DEM Partiyê hêrişa çekdarî pêk hatiye.
Hate diyarkirin ku hêriş li navçeya Kocasinan a parêzgeha Qeyseriyê li dijî otomobêla Partiya DEM'ê ya ku xebatên hilbijartinê dikir pêk hatiye.
Dîmenên kamerayê yên hêrişê li ser hesabê Xê yê rêxistina DEM Partiyê ya parêzgeha Qeyseriyê hat parvekirin.
DEM Partiyê di derbarê hêrişê de daxuyaniyek parve kir û hêrişê bi tundî riswa kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “13ê Adarê di demjimêr 13.35an de li navçeya Qeyserî ya Kocasinan, li Kolana Sêwasê, li dijî otomobêla me ya hilbijartinê hêrişeke çekdarî pêk hat. Me dikaribû dîmenê zelal ê bûyerê ji kameraya ewlehiyê ya dikanekê bi dest bixin. Hêrişkar çeka xwe ji ber xwe derxist û ji nêz ve guleyan li otomobêlê barand."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevserokên şaxê parêzgeha Qeyseriyê û rêveberên partiyê li rêveberiya polês giliyê hêrişkar kirine û wiha hat gotin: “Hêrişkar hat desteserkirin, lê belê nav û paşnavê wî nehat parvekirin. Di hêrişê de ti ziyan çênebûye û kesekî jiyana xwe ji dest nedaye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin