Li Qoserê mînîbusa xwendevanan û Jîpekî li hev ketin: 11 birîndar hene

26 December 2024 20:32 0 dîtin
Li Qoserê mînîbusa xwendevanan û Jîpekî li hev ketin: 11 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) minîbusa ku xwendevanan hildigirt, bi Jîpekî re li hev ket û di encamê de 9 ji wan xwendevan 11 kes birîndar bûn. Xwendevanên lîsê yên ku birîndar bûn wan birin nexweşxanên navçê.

Kesên birîndar bûn yên bi navên Sinan B. (68), Abidin K. (50), Sakine S. (18), Muazzez T. (17), Nermin T. (17), Abdülcelil A. (16), Bedriye D. (15), Leyla C. (17), İsmail T. (14), Ömer T. (13) û Ayla Y. (13) ne.

Hat ragihandin ku rewşa wan ya tenduristiyê başe.