Mînîbusa xwendevanan qeza kir: 2 wefat û 27 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya Sason a bi ser bajarê Batmanê de mînîbusa ku xwendevanan dibir dibistanê û dianî tevî xebatkarên tekstîlê li gundê Gurgenli (Kendo) di helanê bi 300 metre kûr de çû newalê û di encamê de 2 kes wefat kirin û 27 kes birîndar bûn. Kesê bi navê Selim Barlık (18) û xwuşka wî ya bi navê Yasemin Barlık (16) di qezayê de wefat kirin. 27 xwendevan birîndarin û ji wan birîna 5 kesan xedare.
Kesên qezayê dîtin xeberê dan tîmên cendirmeyan, AFAD û tîmên tenduristiyê. Newala ku mînîbus ketibûyê bi alîkariya xelkê û tîmên navborî karibûn cenaze û birîndaran derxin ser rê.
Qeza di wexta sibê de çêbû û li gor hinek ajans û şexsan di qezayê de 4 kes wefat kirine.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxane ya dewletê ya Batmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin