Mînîbusa koçber vediguhest qeza kir: Mirî û birîndar hene

27 August 2022 10:31 0 dîtin
Mînîbusa koçber vediguhest qeza kir: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Mînîbusa koçber vediguhest, li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê li otomobîlekê qelibî û di encamê de kesek mir, 14 kes din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li navçeya Westanê li ser rêya Wan-Bedlîsê mînîbûsa bi plakeya 72 ED 832 ku koçber tê de bûn li otomobîla bazirganî ya bi plakeya 06 U 7803 qelibî û di qezayê de jineke ku di otomobîlê de bû can da, şofêrê otomobîla bazirganî û 13 koçberên ku di mînîbusê de bûn birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku birîndar ji cihê qezayê bi ambûlansan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.