Mînîbusa koçberan qeza kir: 1 mirî û 8 birîndar

05 November 2020 01:34 0 dîtin
Mînîbusa koçberan qeza kir: 1 mirî û 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li ser rêya di navbera Wan û navçeya Ercîşê mînîbusa ku koçberên qaçax hildigirt qeza kir û di encamê de 1 kes mir û 8 kes birîndar bûn. Kesên ji qezayê rizgar bûn hevalên xwe li cî hiştin û di tariya şevê de reviyan.

Mînîbus di serî de li otobusa şaredariyê xist û kesekî li ciyê qezayê can da. Li ser qezayê agahiyê dan polîs û tîmên renduristiyê. Tîmên tenduristiyê her 8 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên bajêr.

Polîs li koçberên ku di tariyê de reviyane diğere û operasyon daye destpêkirin.