Mînîbusa karkerên demsale qeza kir: 8 mirî û 13 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Afyonê li navça Çayê mînîbusa ku karkerên demsale yên ku gilyazan diçinin qeza kir û di encamê de 8 karker mirin û 13 karker birîndar bûn.
Ajotvanê mînîbusê yê bi navê Berat Karakaya di îfadên xwe yên dozgeriyê de got ku ew tedawiya psîkolojîk dibîne û nayê bîra wî ku qeza kiriye.
Piştî ajotvan Karakaya birin dadgehê, dadgeh biryara girtina wî da û wî şand zîndanê.
Nehat ragihandin bê karkerên di mînîbusê de yên qeza kirine bê karkerên Kurdin an na, ji ber bi deh hezarî Kurd li aliyê Anedolê weke karkerên demsale dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin