Karkerên demsale qeza kirin: 19 birîndar

07 September 2021 23:52 0 dîtin
Karkerên demsale qeza kirin: 19 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Qerseriyê li taxa Karacabeyê mînîbusa ku karkerên demsale yên çandiniyê hildigirt bi TIR e kî re lihev ketin û di encamê de 19 karker birîndar bûn. Li ser agahdarkirina polis, tîmên tenduristiyê û îtfaiyê, çûn ciyê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê yên lezgîn de ji aliyê 112 an de hatin birin ji bo nexweşxaneyên bajêr.

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi deh hezaran karkerên demsale ji bo debara xwe ji memleketê xwe diçin xerîbiyê û di karên çandiniyê de ji mehekî heya 7 mehan dixebitin da debara malbata xwe bikin.