Li Rihayê otomobîl ji kontrola ajotvan derket: 5 zarok can dan, 5 kes birîndar bûn

01 August 2024 23:59 0 dîtin
Li Rihayê otomobîl ji kontrola ajotvan derket: 5 zarok can dan, 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Eyyubiye otomobîlekî ji desthilata ajotvan derket û çû nav qelebalixa ku diçûn parkê. Di bûyerê de 5 zarok can dan, 5 kes birîndar bûn û otomobîl piştî li du erebeyan xist karibû bisekine.

Bûyer, li ser rêya Eyyubiye û Akkçakale çêbû. Zarokên ji rexekî rê diçûn rexê din parkê, di bin otomobîlê de man û can dan. Kesên birîndar bûn rewşa wan girane û wan bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.

Ji ber bûyer gelek mezine hêzên asayîşê li ciyê bûyerê tedbîrên tund sitendin.