Di kontrola polîsan de otomobîla xwe sewitand lê polîs jî ajotvan kust

21 September 2022 00:45 0 dîtin
Di kontrola polîsan de otomobîla xwe sewitand lê polîs jî ajotvan kust

PeyamaKurd – Li bajarê îstenbolê li navça Umraniyê polîsan kontrola ewraqên ajotvan û otomobîla wî kir. Di navbera ajotvan û polîsan de munaqeşe çêbû. Xwediyê otomobîlê ewilî agir berda otomobîla xwe şeiwtand û bi kêrê êrîşê polîsan kir. Lê polîs jî bi demançên xwe bera xwediyê otomobîlê dan û wî kuştin.

Polîs bi ambûlansê ajotvan birin nexweşxanê lê xwediyê otomobîlê li nexweşxanê mir. Li gor nûçeyên ser medyayê dibe ku ajotvan li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest dabe.

Li gor ragihandina parêzgeriya Îstenbolê bûyer li dora 17.00 an çêbûye. Di dema polîs otomobîlê ji bo kontrolê radiwestîne, tê fêmkirin ku li ser otomobîlê hecz heye û polîs dibêje ku hecz li ser erêbê heye û mecbûrin erebê girêdin heya encama heczê diyar bibe. Munaqeşa navbera polîs û xwediyê otomobîlê Yavuz Genç li ser vê mijarê destpêdike.

Di encama sîlihberdana polîs de, bi guleyan 3 kesên din jî birîndar dibin. Li ser mijarê parêzgeh lêpirsînê da destpêkirin.