Di kontrola polîs de bi çekan li polîsan xistin: 1 kustî û 1 birîndar

18 May 2024 20:48 0 dîtin
Di kontrola polîs de bi çekan li polîsan xistin: 1 kustî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Arnavutkoyê di wexta polîs li derdora xaniyekî terkkirî de kontrola nasnama dikir de, 2 kesên di nav erebeyekî de ji polîsan re sîlih kişandin û di navbera wan û polîsan de pevçûn derket.

Di pevçûnê de gumanbar Hakan Ç. û Erhan K. birîndar bûn. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanê. Erhan K. li nexweşxanê can da.

Dermankirina gumanbarê dinê dewam dike û hat gotin ku her dû kes jî xwediyê gelek sûcane ku berê kirine.