Polîsan bi ser avahiya rêxistina DBPê ya Diyarbekirê de girt
PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, îro 26ê Çile danê sibê polîs û hêzên ewlehiya Tirkiyê, bi ser avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de girtin.
Li gorî zanyariyan li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê û bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" polîsan avêtiye ser avahiya DBPê ya li navçeya Rezan a Diyarbekirê ku heta nava rojê jî lêgerîna di avahiyê de berdewam dikir.
Hat diyarkirin ku polîsan avahiya DBPê dorpêç kirin û di serdegirtinê de dest danîn ser alên Tevgera Jinên Azad (TJA), hin kovar, pirtûk û rojnameyan.
Herwiha piştî serdegirtina avahiya DBPê polîsan bi ser mala Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê Seval Gulmez de jî girtiye û li mala wê lêgerîn pêk anîne.
Parlamnenterên Diyarbekirê Remziye Tosûn û Dersim Dag û rêvebirên DBP û HDPê, piştî serdegirtinê derbasî avahiya DBPê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin