Bombe bi otomobîla polîsan de teqiya: 9 polîs birîndar bûn

22 December 2020 15:18 0 dîtin
Bombe bi otomobîla polîsan de teqiya: 9 polîs birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqandina bombeyekê bi otomobîla polîsên Iraqê de, 9 polîs birîndar bûn.

Berpirsê polîsê Diyaleyê ragihandiye ku li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê îro danê sibê li ser rêya navbera bajarê Baqûbe û bajarokê Şareban de, bombe bi otomobîla polîsan de hatiye teqandin.

Hat diyarkirin ku di teqînê de 9 polîs birîndar bûn ku çend kes ji wan efser in.

Hat zanîn birîndar li nexweşxanê ne û ew dera ku teqîn lê bûye jî hatiye dorpêçkirin.