Bombe xistin bi otomobîla polîsê ku diçû mîtînga Erdogan ya Sêrtê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan îro li Sêrtê xîtabê xelkê kir û gelek polîs ji bo asayîşa Sêrtê hatibûn wezîfedarkirin. Di nav polîsan de 2 heb ji wan wê ji bajarê Mêrdînê biçûna Sêrtê. Polîs dema serê siba wê li ereba xwe siwar bibûya, dît ku di bin erebê de bombe hatiye bicîhkirin.
Piştî bombe hat dîtin ji aliyê polîsên pispor de ji binê erebê kirin û ji bo tehlîl û şopa dest şandin labaratuarê. Polîs niha dixebite da kesên bombe bicîh kirine tesbît bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin