Polîsê Îstenbolê rojnamevan Özlem Gürsesê xistin binçav

20 December 2024 22:43 0 dîtin
Polîsê Îstenbolê rojnamevan Özlem Gürsesê xistin binçav

PeyamaKurd – Bi serpereştiya serdozgeriya bajarê Îstenbol a Tirkiyê, bi sedema rojnamevan Özlem Gürses di kanala YouTube de, di bernamê de hinek gotinan gotiye, wê xistin binçav.

Dozgeriyê, sedema binçavkirina wê “kêmxistina dezge û saziyên dewletê” û “belavkirina agahiyên xapandinê” nîşan da.

Sedema herî balkêş ewe ku Gürses li ser têkiliyên IŞİDê, têkiliyên SMO ya Sûriyê û Artêşa Tirkiyê (TSK) axifiye.