Baro ya Îstenbolê êrîs û binçavkirina rojnamevanan sermezar kir
PeyamaKurd – Rojnamevanên ku li ser kuştina du rojnamevan ên bi navê Nazım Daştan û Cihan Bilgin daxwuyanî dan û ji aliyê polîsan de hatin binçavkirin, tewrê asayîşê ji aliyê baro ya Îstenbolê de hat şermezarkirin.
Rojnamevanên navborî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê etrêşa Tirkiyê de, li Bendava Teşrînê bi dronê hatibûn kuştin. Baro ragihand ku binçavkirin û êrîşa ser rojnamevanan ji aliyê polîs de, li dijî hûqûqa navdewletiye. Baro di daxwuyaniya xwe de got:
“ Wezîfedarên çapemeniyê li herêmên ku di wan de şer hene, kesên li wan bê xistin an wan bikin hedefa xwe, îhlala hûqûqa navdewletiye û li dijî Peymana Cenevreyê ye. Li gor agahiyên çapemeniyê, rojnamevan Nazım Daştan û Cihan Bilgin, di 19ê mehê de li Sûriyê di dema bûyerên li Sûriyê dişopandin de, ketine ber êrîşê û jiyana xwe ji dest dane.
Her weha di dema rojnamevan xwestin li Meydana Şişhanê ya Îstenbolê daxwuyanî bidin, êrîşa polîsan ya ser wan û binçavkirina rojnamevanan jî îhlala peymana Cenevrê û hûqûqa navdewletiye….”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin