Baroya Stembolê binçavkirina Firat Epozdemir protesto kir

24 January 2025 16:05 0 dîtin
Baroya Stembolê binçavkirina Firat Epozdemir protesto kir

PeyamaKurd – Parêzerên endamên Baroya Stembolê bi daxuyaniyekê daxwaza berdana endamê xwe yê binçavkirî parêzer Firat Epozdemir kir.

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stembolê, parêzerê kurd Firat Epozdemir duh li Balafirgeha Stembolê hat binçavkirin. 

Endamên Baroya Stembolê bi daxuyaniyekê daxwaza berdana Firat Epozdemir kirin. Baroya Stembolê, lêpirsîn û binçavkirin weke “tevgereke ji bo bêdengkirin, tirsandin û sondxwarina parêzeran nirxand” û got, “Li vî welatî parêzerên wêrek hene ku bêdeng namînin, serî natewînin û natirsin. Hûn nikarin bi kiryarên neqanûnî me bitirsînin an jî bêdeng bikin.”