Li Rihaya Bakurê Kurdistanê erebeya karkeran wergeriya: Kesekî wefat kir, 25 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li Navçeya Sîweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, erebeya karkerên çandiniyê wergeriya û kesekî wefat kir, gelek kes birîndar bûn.
Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîna karkeran wergeriya. Di qezayê de erebeya plaqeya wê 44 AAY 185 wergeriya. Di encamê de kesekî wefat kir, 25 karkerên çandiniyê birîndar bûn.
Piştî qezayê yekîneyên serwîsa lezgîn a 112 hatin cihê bûyerê û karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Sîwereg û Rihayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin