Li Rihaya Bakurê Kurdistanê, qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd-Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo 2 rojan hemû meş û çalakî hatin qedexekirin. Qedexe, ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hat ragihandin.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku di çarçoveya Xala 19. a Yasaya Meş, Xwepêşandan û Civînan a bi Hejmara 2911an; li tevahiya sînorên parêzgeha Rihayê, hemû cure çalakî, meş û civîn ji bo 2 rojan hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku “Hemû cure çalakiyên wekî civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, konvedan, belavkirina belavokan, daliqandina afîşan û hatina otombîlên ku bi armanca çalakiyan tên bajarê me, hemû hatine qedexekirin.”
Parêzgariyê ragihand ku çalakiyên bazirganî, lîstik û tevgerên bi vî rengî, ne di çarçoveya qedexeyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin