Li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarên Mûş û Riha yên Bakurê Kurdistanê qedexeya her cure çalakî û xwepêşandanan hat ragihandin.
Parêzgariyên herdu bajaran ragihandin ku li Mûşê ji bo 15 rojan, li Rihayê jî heta 30 rojan hemû çalakiyên wek meş û xwepêşandanan hatine qedexekirin.
Parêzgariya Rihayê wekî sedema qedexeyê metirsiyên li ser ewlekariyê nîşan da û ragihand ku heta 30 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin.
Parêzgariya Mûşê jî ragihand ku ji 19ê Mijdarê saet 00.01 heta 3yê Çileyê saet 23.59an 15 rojan lidarxistina hemû çalakî û bernameyan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin