Ji ber Koronayê li du bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî hatin qedexekirin

05 September 2020 10:09 0 dîtin
Ji ber Koronayê li du bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Ji ber vîrusa Koronayê, li du bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin. Li Wanê 15 rojan û li Rihayê jî mehekê çalakî qedexe ne.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ewlekariyê û rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê, çalakiyên weke meş û xwepêşandan bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, ji bo berevaniya “ewlekariya can û malên xelkê û rêgirtina li ber belavbûna Koronayê”, encamdana çalakiyên weke civîn û xwepêşandanan, di nav sînorê parêzgeha Wanê de, bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro Şemiyê 05-09-2020 dest pê dike û 19-09-2020 bi dawî dibe. 

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî çalakî û mitîng bo mehekê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, li nav sînorê parêzgeha Rihayê û navçeyên wê, ji derveyî çalakiyên ku bi destûra parêzgarî û qaymaqamtiya parêzgehê, çalakiyên weke civîn, meş, xwepêşandan, mitîng, vegirtina çadir û standan, belavkirina belavûkan û hemû cûrên çalakiyên weke wan, bo mehekê hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji roja Yekşemê 06-09-2020 dest pê dike û di 05-10-2020an bi dawî dibe.