Ji ber Koronayê li Dîloka Bakurê Kurdistanê bo 15 rojan çalakî hat qedexekirin

15 August 2020 16:55 0 dîtin
Ji ber Koronayê li Dîloka Bakurê Kurdistanê bo 15 rojan çalakî hat qedexekirin

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna nexweşên Koronayê, li bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê hemû cûre çalaki bo 15 rojan hat qedexekirin.

Walîtiya Dîloka Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna nexweşên vîrusa Koronayê, qedexekirina encamdana hemû cûre çalakiyan li wê parêzgehê ragihand.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ji bilî çalakî û mitîngên bi destûra walîtiyê, encamdana çalakiyên weke civîn, xwepêşandan, mitîng, vegirtina standan, girêvên birçîbûne, merasîmên bîranînê û hemû cûre çalakiyên wek wan hatin qedexekirin.

Herwiha daxuyaniya walîtiyê ev biryar di çarçoveya rênimayên rêgirtina li ber belavbûna Koronayê û ewlekariya hemwelatiyan hatiye dayîn.

Biryara qedexeyê îro Şemiyê dikeve warê cîbicîkirinê û dê heta 30ê Tebaxê berdewam be.