Li Bakurê Kurdistanê germa zêde ya havînê heta deh rojan jî kêm nabe

10 August 2023 13:01 0 dîtin
Li Bakurê Kurdistanê germa zêde ya havînê heta deh rojan jî kêm nabe

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê, pêla germa zêde di meha Tebaxê de gihîştiye asta herî bilind û tê çaverêkirin pileya germê hê jî zêdetir bibe.

Li gorî pêşbîniyan li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wekî Cizîra Botan, Silopya, Heskîf û Bismilê pileya germê digihe 48an.

Li bajarên Diyarbekir, Meletî, Sêrt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî pileya germê digihe dora 50yî ku pileya germê ji asta demsala havînê zêdetir dibe.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasayê, dê piştî germa Afrîkayê vê carê jî germa ku ji aliyê Besrayê tê bandorê bike û heta zêdetirî deh rojan jî dewam bike.