Li Bakurê Kurdistanê ji bo germa zêde hisyarî hat dayîn

27 August 2021 11:30 0 dîtin
Li Bakurê Kurdistanê ji bo germa zêde hisyarî hat dayîn

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Herêma 15emîn a Keş û Hewayê, li bajarên Bakurê Kurdistanê Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Êlih û Şirnexê hişyariya germa hewayê da.

Rêveberiya Giştî ya Herêma 15emîn a Keş û Hewayê diyar kir, di 5 rojên pêş de li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Êlih û Şirnexê, dê li gor demsalê germa hewayê di navbera 4 û 8 pileyan da zêde bibe.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Herêma 15emîn a Keş û Hewayê, di nav 5 rojan de germa hewayê, wê di navbera 39-42 pileyan de biguhere.

Parêzgariyên Diyarbekir û Mêrdînê jî, derbarê germê de hişyarî dan welatiyan. Parêzgariyên Diyarbekir û Mêrdînê dan zanîn, di navbera 26 û 31ê Tebaxê de germa hewayê dê li gor demsalê zêde bibe, ji ber vê pêwîst e zarok, kal û pîr û kesên nexweşiyên wan ên giran hene danê nîvro dernekevin derve û ji bo germê baldar bin.