Li bajarekî Bakurê Kurdistanê ji ber koronayê qedexe hat ragihandin

03 April 2020 11:51 0 dîtin
Li bajarekî Bakurê Kurdistanê ji ber koronayê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera bajar û bajarokan de qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin. Biryara qedexeya çûnûhatinê ji aliyê Walîtiya Semsûrê ve bi daxuyaniyekê hat aşkerekirin.

Li gorî biryarê, qedexeya çûnûhatinê ji destpêka îro Înê 3ê Nîsanê ve dest pê dike û dê ta 30ê Nîsanê bo dema 27 rojan dom bike. Walîtiyê ragihandiye, ku ew biryar di çarçoveya tevdîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê hatiye dan.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 26 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Her li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li tevahiya Bakurê Kurdistanê 605 kes bi vê vîrusê ketine. Her di çarçoveya tedbîrên bo rûbirûbûna koronayê de, heta niha zêdetirî 20 gundan û hejmarek tax û mezrayên Bakurê Kurdistanê hatine kerentînekirin.

Li ser asta Tirkiyê jî herî dawî 79 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara kesên bi wê vîrusê mirine, gihişt 356 kesan.

Herwiha roja Pêncşemê, 2 hezar û 456 tûşbûyên din ên bi koronayê hatin tomarkirin û hejmara kesên bi wê vîrusê ketine gihiştiye 18 hezar û 135 kesan.