Li Rojava ji nû ve hewlên diyaloga navbera aliyên Kurd

25 August 2024 17:27 0 dîtin
Li Rojava ji nû ve hewlên diyaloga navbera aliyên Kurd

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Kurd dest pê bike, wê di demeke nêzîk de bi Eniya Niştimanî ya Kurd – Sûriye (ENKS) Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civînan pêk bîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, mijara diyaloga navbera aliyên siyasî yên Kurd dîsa kete rojevê.

Li parêzgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistan, bi armanca duristkirina rewşa siyasî ya navxweyî û bandora wê ya li ser herêmê, ji aliyê Serokê ENKSê Silêman Oso ve, li Hola Barzaniyê Nemir civîneke berfireh hate lidarxistin.

Di derbarê civîna ku rewşenbîr, nivîskar û siyasî beşdar bûn de Serokê ENKSyê Silêman Oso ragihand ku ev civîn di çarçoveya hevdîtinên ENKSê yên li gel çîn û pêkhateyên civakê de hatiye lidarxistin û xalên ku di civînê de hatine gotûbîjkirin diyar kirine.

Akademisiyanê Kurd Dr. Ferîd Sadûn ku li beşdarî civînê bûbû jî gringiya civînê bala nirxand û got: “Ev civîn ji bo danîna pêwendiyên di navbera civak û siyasetmedaran de hewleke baş bû.”

Li gorî agahiyên ji jêderên herêmê hatin wergirtin, wê di demeke nêzîk de, nûnerê DYAyê careke din li gel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bicive û bi wan re mijara ji nû ve destpêkirina diyalogê bi wan re gotûbêj bike.