Li Rojavayê Kurdistanê 16 kesên din ji ber koronayê can dan
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 16 kesên din mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û eşkere kir, 16 kes bi Koronayê mirine û 280 pêketiyên nû yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku 8 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 34740 kesan, ji wan 2412 kes baş bûne û 1293 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin