Li Rojavayê Kurdistanê 26 kesên din bi koronayê can dan
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê, li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilatdariya Rêveberiya Xweser de 26 kesên din ji ber koronayê mirin û 483 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Desteya Tenduristiyê daye xuyakirin kesên wefat kirine; 3 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr û 3 jin ji Qamişlo, mêr û jinek ji Dêrikê, 5 mêr û 4 jin ji Kobanê, mêrek ji Reqa û jinek ji Tebqayê, 2 mêr û 2 jin jî ji Minbicê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin