Li Rojavayê Kurdistanê Eniya Astî û Azadiyê hat damezrandin

29 July 2020 11:07 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê Eniya Astî û Azadiyê hat damezrandin

PeyamaKurd -  Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca avakirina Sûriyeke demokratik, nenavendî û tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be, Eniya Aştî û Azadiyê di navbera hêzên Kurdî, Erebî û Siryanî de hat avakirin.

Şeva borî li bajarê Qamişlo civînek bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt ) pêk hat  û damezrandina Eniya Aştî û Azadiyê hat ragihandin.

Di daxuyaniya damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê de hat gotin, “Ji encama nerîn û helwestên nêzîkî hevdu û karê hevbeş di qonaxa borî de, ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt) di çend mehên borî de zîncîr hevdîtin bi armanca hevrêzîkirina kedan, dîtina çareseriyeke siyasî û rizgarkirina Sûriyê ji krîza metirsîdar, encam dan.’’

Herwiha hat diyar kirin, ji encama wan civîn û hevdîtan û bi armanca xizmet û doza gel, baweriya bi karê hevbeş û hevpeymaniyê ji bo Sûriyeke baştir, damezrandina Eniya Aştî û Azadiyê roja 28ê Tîrmeha 2020an di civîneke berfireh de hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî ava bikin de ye, ku tê de rûmet û azadiya Sûriyeyiyan tê parastin û tu cihê teror, tundûtûjî û dûrxistinê jî tê de tune ye.

Herwiha hat ragihandin, “Eniya Aştî û Azadiyê li gor armancên ji xwe re danîne, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û piştevaniyê li kedên opozîsyona niştimanî û aliyên herêmî û navdewletî de dike, bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî.

Eniya Aştî û Azadiyê kar ji bo avakirina bingeha destûrî ya nû ji Sûriyê re dike û taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyê û mafên wan ên demokratîk li ber çav digire, bi armanca gihîştina bi dewletekê ku tê de mafên welatiyan, azadî, dadperwerî û wekhevî parastî be û baweriyê bi perensîpa (Sûriye welatê hemûyan e û cihê hemûyan lê heye) dike.

Li gor di daxuyaniyê de hatiye gotin, ‘‘Eniya Aştî û Azadiyê piştevaniyê li çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî û bi taybet biryara Encûmena Asayişa Navdewlet 2254 û daxuyaniya Cenêv 1 dike, ji bo daxwaza gel a veguherîna demokratik, bo sîstemekê ku rêzê li mafên mirovan digire, serweriya yasayê û bikaranîna desthilatê bi awayekî aşitiyane gerentî dike û yekperçeyîya xaka Sûriyê diparêze, bicih bike.