Li Rûsyayê ragesî: Li herêmên nêzî sînor tedbîr hatin girtin
PeyamaKurd – Ji ber krîza di navbera dewleta Rûsyayê û şîrketa ewlekariyê Wagner de, li herêmên Rûsyayê yên nêzî sînorê Ukraynayê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.
Li Moskowayê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de tedbîrên ewlehiyê hatin xurtkirin. Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin di kanala xwe ya Telegramê de ragihand, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de li paytextê tedbîrên ewlehiyê hatine xurtkirin.
Parêzgarê Herêma Rostovê Vasiliy Golubev jî diyar kir, ji ber rewşa heyî ji bo parastina ewlehiyê tedbîrên pêwîst hatine girtin û got, "Ez bang li welatiyan dikim ku neçin navenda bajêr û li malên xwe bimînin."
Parêzgarê Herêma Lîpetskê Îgor Artamanov destnîşan kir, li herêmê tedbîr hatine zêdekirin û wiha got, "Wê bi taybetî baldarî li tesîsên binesaziyê yên krîtîk bê dayîn. Herwiha ez şîretan li welatiyan dikim ku neçin başûr bi taybetî herêma Voronezh."
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Voronezh ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku li ser rêya M4 ya federal konvoyên wesayîtên leşkerî dimeşin, lewma divê ji aliyê sivîlan ve neyê bikaranîn.
Damezrînerê Wagner, Yevgeny Prigojin, îdia kir ku helîkopterek ji hêla Wagner ve li ser rêya Moskowê hatiye xistin.
Prigojin ev gotinên jêrîn bi kar anîn:
"Careke din ez her kesî hişyar dikim. Kes nikare me ji holê rake. Hedefeke me heye. Em hemû ji mirinê re amade ne. Ji ber ku em ji bo welat û gelê Rûsyayê dimirin. Pêwîst e gelê Rûsyayê ji kesên sivîl gulebaran kirine rizgar bikin. Li Rostovê tenê bi helîkopteran gule li sivîlan hat kirin. Yek ji pîlotan guh neda fermana gulebaranê."
ÇI QEWIMÎBÛ?
Damezrênerê Wagner, Prigojin, artêşa Rûsyayê bi êrîşa Wagner tawanbar kir û gefa tolhildanê xwar.
Li ser vê rewşê, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) bi sûcdariya "hilweşîna çekdarî" doz vekir.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de, îdîayên ku Wagner êrîşî kampên wan kiriye, hatin redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin