Li Rûsyayê zêdetirî hezar alîgirên Navalny hatin binçavkirin

24 January 2021 13:05 0 dîtin
Li Rûsyayê zêdetirî hezar alîgirên Navalny hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Piştî girtina Aleksey Navalny, bi sed hezaran alîgirên wî li Moskowê û seranserê Rûsyayê rêveberiya Pûtîn protesto kirin. Di protestoyên ku ji doh vê bi sed hezaran kesan beşdarî kirine de zêdetirî hezar alîgirên Navalny hatin binçavkirin.

Serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksey Navalny ku hatibû jehrîkirin û piştî tedawiya xwe ya li Almanyayê 17ê vê mehê vegeriyabû Rûsyayê li balafirgeha Moskowê hatibû binçavkirin.

Navalny bang li alîgirên xwe kiribû li dijî gendelî û helwesta rêveberiya Serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn derkevin kolanan û xwepêşandanan li dar bixin.

Xwepêşandanên dijî gendeliyê û girtina Navalny doh 23yê Çile gihîştin asta herî bilind û li gorî raportên medyayî bi sed hezaran ke derketin meydanan.

Xwepêşander rastî mudaxeleya hêzên ewlekariya rûsî hatin û li gorî medya rûsî heta niha bêhtirî hezar kes hatine binçavkirin.