Li Sêwerekê di nav eqrebayan de li ser arazî pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn

29 October 2024 22:54 0 dîtin
Li Sêwerekê di nav eqrebayan de li ser arazî pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Sêwerek a bi ser bajarê Rihayê di nav eqrebayan de li ser arazî pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xedar e. Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Malbata ku di navbera wan de pevçûn derket, paşnavê wan Gülalane û di serî de bi munaqeşê destpêkirin û paşî şer kirin. Şerê navbera wan bi dar û keviran bû ku di encamê de Mehmet, İmhan, Cebrail Gülalan û 2 kesên nasnama wan nehat zanîn birîndar bûn.

Tîmên lezgîn yên tenduristiyê yên 112an, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê. Kesê rewşa wî xedar bû ew şandin nexweşxana bajarê Rihayê.

Cendirme, li taxê û nexweşxanê tedbîran girt û 2 kesên ketibûn nav şer, wan binçav kirin.